Şefîq Pêşeng piştî jiyana Wedat Aydin û Yaşar Kaya, vê carê berê “bîr”ê daye ser jiyana xwe. Bîra Pêşeng wekî du riyên hesinî yên trênê ji zaroktiyê dirêjî ber bi xortaniyê, ji wir ber bi xwenasînê ve dibe. Li ser riyê gelek stesyon hene; li her yekê em rastî merheleyek tên ku ev merhele hemû dibin hêmanên qewî di nasîna kurdayetiyê de; zaroktî, Barava, gund, esker, malbat, kelekvan, Bismil, Batman, Farqîn, mekteb, Yatilî, ranze, Pişta Çolê, hevaltî, ala, marş, kitêb, tirkî, tirkayetî, sond, mam ...