Piştî heftê û neh rojan şer qediya. Çend saetên din ez ê bikaribim êdî ji vê xelwetgeha xwe derêm û biçim mala xwe ya ku Niştimanê ji bo xewnên xwe li wê derê şer dikir. Ez ê biçim serdana mala xwe ya li taxa Yafesê û Niştimanê bibînim. Piştî çend saetên ez ê bayê ku ji hêla Cûdî û Gabarê hiltê û li ser çemê xemgîn digere bêhn bikim. Ez ê herdu pişikên xwe ji bayê giran î ku min bi mehan di vê xelwet gehê de dikişand paqij bikim. Çavên min wê dîsa bi taxa Nûrê bikevin. Ez ê biçim serdana Birca B ...