Vê berevokê him ji aliyê naverokê, him jî aliyê sazimaniyê (konstrûksiya) va belkî rênîşeke nû danî di nava lîteratûra kurdêd Ermenîstanê da. Çerkezê Reş di nav xeberdana kurdî da wan xeber (peyv) û cûrên pevgirêdanan pêk tîne, kîjan ji ruhê çanda kurdîtiyê tên. Ev berevok hatiye fikirandin û sêwirandin çawa kitêbeke tam. ~ Eskerê Boyik Ji bo çi helbestvan navê pirtûka xwe daniye Şorişa Xebera? Şik tune ku xeber-peyvên xudanê pirtûkê dibine xet-hevokên kûrfikir û felsefî, rastî-nerastiya jîyanê ...