Ji romanê
"Şopajo: "Em ê mêzekin" got û bêyî ku tiştekî din bêje hêdî hêdî ji wê rê dûr ket. Çend gav avêtin û xwe da ser kevirekî mezin. Li ser totikan rûnişt. Şewqeya xwe bi şûn de da. Qutiya xwe ya zivîn, nexşandî ya titûnê, ku wî hîn jî bêyî titûna zer a Mûşê nikaribû gûmek jî bikişandaya, ji berîka şelwarê xwe yê qebardîn derxist. Girt nava destê xwe, mîna bi merasîmeke berbiçav vekir. Berê, rêsiya titûnê nêzîkî pozê xwe kir. Bêhn kir. Behna titûnê kişande nava xwe. Behn di nava ...