Li ber neynikê, kirasê xewê dide ber xwe û tiliyên xwe li ser re digerîne. Cihazê wê yê pêşî! Dema ku diya wê jê re kirîbû tê bîrê, dema siya ciwantiyê nûka xwe li laşê wê pêçabû… Ji xwe re dibêje, “Çil û heşt sal e di sindoqê de hilandî!” Bi hêdîka û baldarî li xwe dike. Li bedena xwe ya ji bin kirasê xewê yê şînê hewayî ve wekî girêk û lepan xuya dike, meyze dike. Keserek pê dikeve. Bêyî weke her êvar çavekî li odeyan bigerîne, vê carê te ...