Hîna serê sibehê bû! Cêwîkê min telefonî min kir û got, “Ez ji gund hatime, ez dixwazim bîskekê te bibînim.” Piştî çend mehên ku bav û birayên min deriyê malê li min girtibûn, telefona wî ya ji nişkê ve tirs niqutandibû dilê min. Piştî min telefon girt, bi diltengî kêliyekê di hundir de çûm û hatim. Axaftina diya min ya beriya çend pêlan bi telefonê, di rihê min de zengilî, “Keça min, ev çend meh in li malê hizûr nemaye. Pismamê te yê li wir, ji bavê te re gotiye, min dîtiye destê keça te di des ...