“Hersê pismaman pişta xwe bi wî awayî dan wan camêran û berê xwe dan ber bi hêla taxa xwe de. Hiso wê çaxê got:
- Pismamê Xelo, min nexwest ez pêş wan camêran li dijî gotina te bêjim û ez niha jî nabêjim, lê welehî divê ez bêjim ku mirovên baş û medenî, piran û dibistanan nateqînin, rêyan xerab nakin, bankê û trafoyên elektrîkê naşewitînin. Lê xuyaye ku nifşekî nezan û ne medenî darê qedera welatê me girtine destê xwe û bi qeder û pêşeroja welatê me û miletê me dilîzin. Ya jî belkî j bo wer ...