SELAHEDDÎN şexsiyetekî efsanewî ye di dîroka Îslamê de, ku efsaneya xwe jî wî bi xwe hêj di saxiya xwe de ava kiriye. Wek fermandarekî kurd û musulman û xwediyê şarezayiyeke kûr li ser meydana şer, wî jiyana xwe li pey du armancan derbas kir: yekkirina cîhana Îslamê li Rojhilata Navîn di bin desthilata xwe de da ku şerê li dijî Frengan çêtir bi rê ve bibe û derxistina wan ji deverên ku wan li herêmên Sûrî-Filistînê girtibûn. Şerê Hittînê yê sala 1187an mohr li vê xewn û nexşeya Selaheddîn xist û ...