Ji bona bidestxistina agahiyên rast û têkûz yên der barê jînenîgariya Ehmedê Xanî divê mirov pêşî da serî li berhemên wî û çavkaniyên nivîskî û dîtbar bide, yên ku ji heyamên jiyana wî gihîştine dema me.Em der barê malbata Xanî û cîh û warê jiyana wî da dikarin di berhemên wî da agahiyan bibînin. Dema em van agahiyên ji berhem û dewra jiyana wî û yên ji çavkaniyên heyamên piştî wî didin li gel hevdu, em dikarin çarçoveyeke gelemperî a jînenîgariya şairê me ê fîlosof û tesewif pêkbînin.