“Sînemxan! Wê rojê gava min tu dibirî dibistanê bi rê ve te ji min re bi fransizî strand. Piştî ko te xwendina xwe qedand, te ji min pirsî: Bavo di Hawar an Ronahiyê de ji bo zaroyên kurdmancan tiştekî bolê heye? Jê re bi fransizî “géographie-cexrafye” dibêjin. Min, bêî ko ez bidim eqilê xwe, li te vegerand û got: Belê heye, ma çawan nîne. Ji xwe em gihaşti bûn dibistanê. Me xatir ji hev xwest û em ji hev veqetiyan. Min ev tişt, ji xwe ji bîr rakiri bû. Lê êvarê, gava tu vegeriyayî mal, tête bîr ...