Ev kurteçîrokên Eta Nehayî wek nimûneyên edebiyata neteweyî ji hest û ruhê civaka kurdan derketine. Him wekî hest him jî karekterên civakî ew hemû şayîş, fikar û şikestinên însanî dihewînin. Tevî wê, meriv dikare wekî tesîr di hin çîrokan de behsa Edgar Allan Poe bike. Ew derûna bi şik û qilqilîn ya di hundirê karakter yan vegêr de, xasma ew tesîra çav û dengê hundirîn ku Poe vana her vedikole, evana di çîrokên Nehayî de jî tesîrdar in. Helbet her xwendin vedîtinek e di edebiyatê de. Lê belê mîn ...