Romana nû ya Fawaz Husên "Piçek jiyan, qetek asiman" di nav weşanên Avesta de derket.
Di "Piçek jiyan, qetek asiman" de, Fawaz Husên vedigere bîst û pênc salên xwe yên pêşîn li deşta Mêrdînê û bajarê Amûdê. Ew li ser bûyerên bingehîn ên gelê kurd û yên malbata xwe di dirêjahiya sedsala bîstan de hûr dibe. Ew bi pênûsa dilê xwe dîroka civakî û bîranînên kesane bi hev re dihûne, wan ji windabûnê diparêze, wekî hibriyek rengareng dispêre bayê bêrîkirinê û diyariyî rûhê xwendevanan dike. ...