“Were, berxê min, were... pêsîr li min pêçûn.” Ev zar û ev hevoka dayê ji bo min tiştekî gelekî xweş bû, nemaze ev çar peyvên dawîn... min dixwest û min welê bawer dikir ku ew ê hertim van gotinan bi lêv bike: “pêsîr li min pêçûn.” Dayê ava hênik dikire leganekê, xwe di ser de xwar dikir, ew hingulên xwe... (dema ku dayê ji bo min pêsîrên xwe ji paşila xwe derdixist, bavo ew wusa bi nav dikirin: hingul) dayê ew hingulên xwe di ava hênik de dikir, li erdê cîh dida xwe û ez jî diçûmê. Min xwe di h ...