Li gundekî biniya çiyê ev çend sal in bûyerine ecêb diqewimin. Gundiyên ku bawer dikin cinek li serê çiyê dijî, kaniyên ku dimiçiqin, berhemên dirizin, xwarinên genî dibin, zeviyên titûnê yên ku tirikê li wan xistiye, çêleka ku sê salan golikeke mirî dizê û serbarê ser jî xewn û pêşbîniya Camêrê titûnvan ku dibêje lehiyeke boş û mezin dê vî gundî ramale. Şermîn û xwişka xwe ku Camêrê bavê wan ew berî lehiyê ji gund şandî îcar jiyaneke nû li ber xwe dibînin ku tijî ye bi zor û zehmetiyan.
...