Du meriv. Du ronakbîrên kurd; ronakbîrê destpêka 1900'î Kalo û ronakbîrê nûjen Serdar Azad. Jiyanên wan, hîs û serpêhatiyên wan, xewn û xeyalên wan, danûstandinên wan yên bi hev re û bi doralî re, dijwarî berberiyên wan... Romana Mehmed Uzun ya duwemîn, Mirina Kalekî Rind, li dor van kes, tişt û pirsiyaran tê pê. Ronakbîrê nûjen Serdar Azad pênûs di destan de, li ber masê rûdine û ronakbîrê kevnare Kalo bi bîr tîne; gundekî biçûk û kalemêrekî ecêb. Kalo kî ye? Ew ji kû ye? Ew çi vedişêre? ...