“Ev maweyek e bi baldarî bala min li ser şi’ra me ye ku bi min qedr û qîmetê ristin û lihevanîna ahengê ya digel hizr û fikrê piçekî bi aloz dixuye. Ev jî rê nade ku avahiyeke şi’rê ya bi rêkûpêk bilind bibe. Lew şi’r ne tenê ji ruhsarî û çawaniya wê tê. Divê derd û xemeke şi’rê hebe ku bixwaze bo destnîşankirin û çareseriya wê jî hewl bide. Ku mebest ev be nexwe divê ‘duh’ jî bibe parçeyekî vê prosesê û li gor çarçoveya ‘duh-niha û sibe’ dirûv û teşe bigire. Bi kurtî şi’ra dahatûyê dê bi berhev ...