Yek ji tekstên herî girîng ên kurdolojiyê nameyên Tirkiye yên Mareşalê alman Helmuth Von Moltke, bi navê "Li Çiyayên Kurdistanê - Di Bin Nîveheyvê de" derket. Kitêb ji beşên li ser kurdan û Kurdistanê pêk tê û ji aliyê Fatih Aydin ve ji almanî bo kurdî hatiye wergerandin.
Helmut Karl Bernhard von Moltke (1800-1891) efserekî navdar ê artêşa Prûsyayê û yek ji mezintirîn teorîsyenên leşkeriyê yên dîrokê ye. Di xortaniya xwe de derdikeve seyehateke Ewropaya başûr û rojhilat, demekê li Stembolê ...