"Ez di nav rastî û xeyalan de dijiyam. Rastî û xeyalên min carina bi hev re mîna babîsokekê li ser serê min radibûn, ez dikişandim û dibirim. Ez carina ji xwe, ji rastiya xwe, ji serborî û bîranînên xwe bi dûr diketim û tenê dema niha dijiyam; carina jî min digot tep û ez li erdê diketim û bi hemû rastiyên xwe dihesiyam. Ev çi bû ya ku hatibû serê min?"
Romana Firat Cewerî ya bi navê Ez ê yekî bikujim ku di çapemeniya kurdî û tirkî de dengekî bilind vedabû û bal kişandibû ser birîneke ...