Torinên Mala Şero û Eşîra Heyderan di sed sala (Piştî Zayînê) 16an de, ji devera Farqînê hatine Serhedê. Heyderan, kêmî 400 sal e li Serhedê ne û bûne eşîrek Serhedî. Mînak, malbatên Torin nava eşîrên Serhedê de hene û li devera Farqînê tune ne. Mala Şero Torinê Eşîra Heyderan e. Beriya salên 1800î Heyderan zêdeyî li aliyê Dewleta Îranê (Xoy, Qelenî, Makû) diman û hinek salan û havînan derbasî deverên Dewleta Osmaniyan (Zozanê Eledaxê, Bazîd, Ebexê) dibûn. Pêşiya salên 1800î de, devera Ebexê û z ...