"Keleh"a Franz Kafka bi wergera Fatih Aydin êdî bi kurdî ye. Di dorê de berhemên din hene.
"Ji xeynî min tu kêmasiyên min nînin" dibêje Franz Kafka di derheq xwe de. Albert Camûsê ku hema bêje li her derê navê wî bi hebûnweriya Jean-Paul Sartre re tê hilanîn jî wiha dibêje derheq Kafka de; "Nivîskarê ku me dibe dawiya sînorên fikra mirovahiyê." Baş lê kesekî ku problema wî kêmahisa wî bi xwe be, ew xwe bi awayekî ‘tune' bihesibîne dê çawa me bibe sînorên dawîn ên mirovahiyê? Nebe ku b ...