“Dibêjin, deşteka mezin bi navê Deşta Sûwaran hebûye. Ew deşt, dergûşa şaristaniyê, ji bo her tîştî bûye cîhê pêşîn. Cara pêşîn, mirov li wir bi cîh bûne, koçerî berdane, pez xwedî kirine, dest bi şivantiyê kirine, zevî rakirine, ceh û genim lê ajotine, dest bi rêncberiyê kirine, gund û bajar ava kirine û dest bi bajarvaniyê kirine.
Bajarên wan mezin bûne, xwedî paşa, mîr û beg bûne. Paşayê wan Merdas yekî zana, mêrxas û cen gawer bû. Dilê wî germ û gelek xêrxaz bû. Gerzanekî bilind, dirêj ...