Çavên Xwedê hertimî vekirî bûn û zoq li ciyekî dinêrîn. Eger ew girtî jî bûna, vê rewşê wê ti tişt neguhertiba. Ti tiştê dîtinê tune bû û Xwedê li ti tiştî nedinêrî. Ew tije û tîr bû, mîna hêkeke ku wî gloverî û bêlivbûna xwe jê wergirtibû.Xwedê jixwetêrbûneke mutleq bû. Wî ti tişt nedixwest, ti tişt nedipa, ti tişt wernedigirt, ti tişt red nedikir û bi ti tiştî re elaqedar nedibû. Jiyana wî ewçend têrtije bû ku ew êdî ne jiyan bû. Xwedê nedijiya, Xwedê hebû......Zarê xwedê tune bû û ji ber vê y ...