Ferzendê pêncî salî nîvê temenê xwe li Parîsê dibihurîne û vedigere bajarê xwe Amûdê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriya di nava agirên Bihara Ereban de. Ew bi balefirê diçe Tirkiyê da ku ji wê derê ber bi başûr û sînorê bi zeviyên mayînan û têlên direyî ve dakeve. Ew ji herkesî re dubare dike ku ew amûdî ye û armanca wî ew e ku şeveke sax li ber sînor bimîne, li lempe û ronahiyên bajarê xwe temaşe bike û di kû re zirav dibe bil adi wir re biqete. Piştî Stembolê, ew diçe Amedê, paytexta Kurdistana B ...