Dengê jibîrbûyiyan, di vî beşê duwemîn ê romanê de jî tê vegotin. Vebêjê romanê wekî ava çemê dîcleyê bê west û rawest her diherike, dibe dengê dîroka nêzîk û kevneşopiyên ewçend qehîm û kevnare yên navçeyê û însanê wê serdemê. Qehreman û vebêjê romanê, Biroyê Dirêj bi sebra Eyûb Pêxember, serpêhatî û serbûriyên jiyana xwe yek bi yek bêyî ku bêhna xwe teng bike ji xortên dilovan ên hawîrdor re vedibêje. Riyên jiyana Mîr Bedirxan; dûr, dirêj û dijwartir dibin. Piştî serhildana Mîr û şerê mezin ê ...