Romana Hawara Dîcleyê li ser dengan ava bûye. Hîm û bingeha romanê ji dengên berê yên ku di nava rûpelên tarîxê de veşartî ne hatiye pê. Qehremanê romanê Biroyê Dengbêj, dibe dengê jibîrbûyiyan. Peywira sereketirîn a vebêjê vê vegotina dûr û dirêj, vegera li rabirdûyê ye, dengê do û îro digihîne hevûdu û bêyî ku raweste çêlê lê dike. Herweha ev roman, vegotineke modern a wekî pireke ku di navbera paşeroj û pêşerojê de hatibe avakirin e. Biroyê Dirêj, wezîfeya bîra civakî bi cih tîne û serbûriyên ...