"Ferhenga Navan" ku ji aliyê Mustafa Uzun ve hatiye amadekirin, di nav weşanên Avesta de derket. Kitêb ji du beşan pêk tê; navê keçan û navê lawan. Navên bi her sê diyalektên kurdî; kurmancî, zazakî û soranî, cî digrin.
Mustafa Uzun di pêşgotinê de wiha behsa çîroka çêkirina vê ferhengê dike: Fikra berhevkirina navên kurdî ji zû de di bîra min de bû. Piştî mirina kekê min Mehmed Uzun, min xebata civandina navan bileztir kir. Dema Xwedê jê razî Mehmed nexweş bû, ew ji bo tedawiya nexwe ...