“Feqiyên Tariyê” romana Selîm Berekat a yekem e. Di vê romanê de herdu meydanên xwezahî û mirovahî yên herêma Cezîrê (Cezîra Sûriye) dibin zemîneke dramatîk î têr û tije. Regên wê herêmê giraniya dîrokê hildigirin; dîroka welêt, dîroka malbata ku ketiye şûna eşîretê, dîroka efsaneya ku rabirdû xistibû mista xwe heya bingeha wê ya efsanewî qulipî û bû rêçeke xeyalane da ku zora wê dîrokê bibe. Mele Bênav dikeve nava helwesteke hawante û ber bi astengê ve tê ajotin. Kurê wî Bêkes sînorê demê yê te ...