“Min hertim wisa bawer dikir ku du jiyanên min hene. Wexta ku min fam kir yek tenê heye, ya duyemîn dest pê kir. Min deqîqeyên xwe yên dawîn bi guhdarîkirina hilma xwe hejmartin: hertişt xweş bû.” Hiner Saleem piştî “Vodka-Lemon” û gelek filmên din û romana pêşî “Tivinga Bavê Min” ku bi dehan zimanan hate wergerandin û dengekî baş da, vê carê jî bi romaneke nû li pêşberî me ye; “Ez û Ez, Jiyana min a piştî mirinê”. Di “Ez û Ez” de nivîskar bi xweliya xwe re digere; berî bimre wasiyet dike ku laş ...