Dibêje: Ez bextewer nekirim Mestûre can. Ji min hez nekir û tenê ji xwe hez kir, lewma min jî kuşt. Ne ji ber vê yekê ku derew dikir û ji min hez nedikir, min guldanka mezin di qafê wî de hûr kir û ew kuşt ji ber ku ez piçûk dixistim û bêrêzî li min dikir. Ewqasî ez piçûk dixistim û bêrêzî li min dikir ku êdî hindik hindik min xwe winda kiribû. Êdî min xwe nedît ku di nav malê de dihatim û diçûm. Ku ji mal derdiketim jî êdî min xwe nedidît. Lê Kawe ez didîtim. Hertim, ez li kû derê bûma, biçûma ...