"Dîroka Erdelanê" ya Mestûreya Kurdistanî (Mah Şeref Xanim Erdelanî), ligel "Hoz, Tîre û Tayfeyên Kurd li Kurdistana Erdelanê" derket.
Ev berhem, ji du berhemên ku bi eslê xwe farisî bûne, ji farisî hatiye wergerandin ser kurdiya soranî û Ziya Avcı jî ew kirine kurmancî. Dokumenta yekê ku dibe esasê materyalê vê kitêbê, xebata Mah Şeref Xanima Erdelanî (Mestûre Xanim) ye ku navê wê Dîroka Erdelanê ye. Ew ji aliyê Nasir Xanê Azadpûr ve bi farisî hati ...