Kitêba Kamiran Alî Bedirxan "Dersên Şerîetê" û wergera kurdî ya "Hedîsên Cenabê Pêxember" ku di Hawarê de çap kiribû bi hev re di nav weşanên Avesta de derketin.
Bi vê kitêbê du berhemên Kamiran Alî Bedirxan yên bi navê Dersên Şerîetê û Hedîsên Cenabê Pêxember ji nû ve tên weşandin.
Dersên Şerîetê, di sala 1938an de li Şamê di nav rêza Kitêbxana Hawarê de bi hejmara 12an hatiye çapkirin. Berhem bi kurmanciyeke zelal û bi awayekî sivik şertên îmanê û îslamê rave dike. Mîr Ka ...