“Armanca min ew e ku ji wê jiyana rojane dest bi vê gera vegotinê bikim ku em baş pê dizanin û bi vî awayî meseleyê dirêj nekim. Jiyana rojane dibe ku sivik û rutîn xuya bike lê di heman demê gelek bûyerên dewlemend, berfireh û kartêker vedihewîne. Siyaset û dîrok, civak û çand, bîranîn û hestên mirov, daxwaz û razên wan – hemû li wir deng vedidin. Jiyana rojane daristaneke rastîn e her wekî ku qiseyeke çînî dibêje, ‘Daristan li kû kûr bibe, tu dê li wir her celeb çûkan bibînî.’ Armanca min hing ...