“Dema nivîskar di vî çaxê şevê de, li guhê vî bajarê tenha çîroka xwe dihûnand, ji bo nivîsandina rastiyê qet serê xwe neêşand. Çimkî ji zû de fêr bûbû ku tiştekî bi navê rastiyê tuneye. Dema te ji dûr ve bala xwe dida, bi carekê re dihat fêhmkirin ku, ev hemû tiştên tên vegotin, ji bilî bêdengiyeke mezin pêve, ne ti tişt in. Dema we ev çîrok xwend û hûn carinan li şerê balindeyên ku nikilên xwe yên xwînî bi baskên xwe paqij dikin rast hatin, û dengê pirtepirta perikên wan hat guhê we, ecêbmayî ...