Bîra Qederê ji şanzdeh fotografên binemaliya mîrê kurd Bedir-Xan pêk tê û bi mirinê dest bi vegotinê dike. Piştî mirina Celadet Beg êdî fotografên ku li pey wî mane dipeyivin. Jiyana wî ya ku di destpêkê de qurmiçî bû, bi carekê ve jîndar dibe û vediguheze jiyaneke têkel û rengîn. Di serê sedsala bîstemîn de, Stembola ku kozmopolît e, her texlît milet û mirovî di paxila xwe de dihewîne; dibe warê Celadetê pêşîn ê jiyanê. Paşê, ew jî mîna gelek welatî, nêz û nasên xwe dibe mişextî, ji welatê xwe ...