“Aniha ku hemû mirine, dem dema bibîranînê ye. Ez bixwazim nexwazim, ez dûndeyê miletekî qirkirî me, dûndeyê welatekî ku tiştek nemabû ji ser nexşeyên cîhanê bihata dûravêtin. Demeke dirêj rihê min ji rûyên wan jinepîran diçû, jinepîrên bi reş pêçayî ku hema rojên berê, rojên malwêraniyê, dubare dikirin. “Berbang dê bê gava berbang ji min re nemîne. Aram, hesp û mehînên dinyaya kevin li binçengên deştê diçêrin.” Gérard Chaliand Gérard Chaliand helbestvan e û pisporê jeopolîtîkê û şerên gerîlayî ...