Tu dibêjî qey xwedê ew neqişandîye. Ne mîna mirovên din bû. Pîrozîya wê bi tu gotinan nayê ziman. Ruhê wê cuda, ziman û reftarê wê cuda bû. Ew ziman di firindeyan da jî tune bû, ew ê di mirovan da çawa be … awirên wê zimanê wê bûn. Ew çavên qehweyî dinya vedigotin, jîyan vedigotin. Ax! Ew … ew di vê cîhana qirêj da mîna van gulan bû. Ew di nav sîberê da ronahîyek bû. Ronahîya ku ji qula mifteya derî dikeve hundirê mala tarî û her tiştî bi xwe ra diguhêre. Pê hesîya ku di xwêdanê da maye. Ji bo k ...