Ev kitêb bi dû jiyan û şiîra Hayim Nahman Bialik (1873-1934) dikeve di nav peywenda edebiyata neteweyî ya Ewropaya navbera Şoreşa Fransayê û Yekem Şerê Cîhanê û destnîşan dike bê çawa vejîna ibranî wek zimanekî axaftinê han daye û alîkariya afirandina çandeke ibranî ya modern a neteweyî kiriye. Nivîskar bi paşxaneya Bialik a li Împaretoriya Çarîst dest pê dike û bêhêzbûna cihûyan îzeh dike di peywenda Ewropaya Rojhilat a dawiya sedsala nozdemîn de. Her ku antî- semitîzm xurt dibû, Bialik li ser ...