Di vê kitêba ku me bi minasebeta 40 saliya nivîskariya Firat Cewerî amade kiriye de hem wêneyekî rêwîtiya wî ya edebiyatê xwe dide der, hem fikra wî ya li ser siyaset û edebiyatê rohnî dibe, hem awayê wî yê nivîsandinê û hilbijartina lehengan eşkere dibe, hem jî deriyê efsûnî yê cîhana edebiyatê vedibe. * Firat Cewerî toximekî saxlem e, li ser erdekî saxlem şîn bûye, bûye dar û ew dar berên şêrîn û pirhejmar girtiye. Celîlê Celîl Girîngiya Firat Cewerî ne di wê de ye ku tenê dinivîse, di wê yekê ...