"Rustemê Zal, Şêrko û Dara ji mêj ve ji dinyayê bar kiribûn. Dijwariya jiyana li Ewropayê û bedbextiya wan ew yekser şandibûn warê fena û nebûnê. Kurdistan jî, wek berê, welatê karwanên mezin û talanên mezintir bû. Wek herdem, kurdan pişta xwe didan derd û birînan û berên xwe ber bi bajarên windabûnê ve dikirin. Rêberan hîna bi leşkerên dagîrker re kar dikir û gundî û bajarî bi gemî û bi kamyonên tije diavêtin ser çav û wijdana Ewropayê. Ew ji berê bêhtir li ser motorên dunig an di otomobîlan de ...