Di antolojiyê de 153 nivîskar, heryekê bi çîrokekê cî digre. Antolojiya çîrokên kurdî, antolojiya çîrokên hemû perçeyên welêt û hemû zaravayên zarê kurdî ye. Di vê antolojiyê de, sînorên di navbera kurdan de hatine rakirin, çîroknivîsên herçar perçeyên welêt, ên Sovyeta berê û Ewropayê bûne yek û bi hev re wêneyekî çîroka kurdî yê giştî radixin ber çavan. Nivîskarên di antolojiyê de: Fûad Temo, Celadet Alî Bedirxan, Kamiran Bedirxan, Qedrî Can, Osman Sebrî, Erebê Şemo, Nûredîn Zaza, Elaeddîn Sec ...